Di êrîşeke DAIŞê de li Diyale 5 serbazên Iraqê hatin kuştin

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, di êrîşeke çekdarên DAIŞê de li Diyale 5 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, di êrîşeke çekdarên DAIŞê de li Diyale 5 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, şeva bûrî çekdarên DAIŞê êrîşî ser xaleke Ketîbeya Zirîpoş a Firqeya 5 a li gundê Nofel ê ser bi Parêzgeha Diyale kirin û 2 serbaz kuştin û serbazekî din birîndar kirin.

Her di wê daxuyaniyê de hat, çekdarên DAIŞê li ser hêzên Fewca 2 a Lîwaya 20 a piyade li navçeya Neda a Parêzgeha Diyale kirin û di encamê de 3 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin û 4 serbazên din jî birîndar bûn, di nava birîndaran de jî efserek heye.

Di dema dawî şaneyên razayî yên DAIŞê li deverên cuda yên Iraqê çalaktir bûne û êrîşî ser xalên hêzên ewlehiyê yên Iraqê dikin.

 

S. B