Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê karmendên xwe kêm dike

Jêderekî Iraqî ragihand, Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê di rewşeke ne asayî de ye û hejmara karmendên xwe jî kêm kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî Iraqî ragihand, Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê di rewşeke ne asayî de ye û hejmara karmendên xwe jî kêm kiriye.

Malpera “RT” belav kir, ji ber rewşa niha ya Iraq tê re derbas dibe, çend hefte ne Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê, karmendên ku pêwîstiya zêde bi wan nîn e dişîne derveyî Iraqê.

Heta niha Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê di wê derbarê de ti daxuyaniyek belav nekiriye.

Ji destpêka meha Cotmeha bûrî ve, li Bexda û çend parêzgehên din ên naverast û başûrê Iraqê xwepêşandan destpê kirine û heta niha zêdetir ji 450 xwepêşander hatine kuştin.

Her bi sedema xwepêşandanan jî Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî dest ji kar vekişand.

 

S. B