Rûsya xaleke serbazî ya nû li Til Temirê ava dike

Hêzên Rûsî xaleke serbazî ji bo çavdêriya agirbestê û belavbûna hêzên rêjîma Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê, li Til Temirê ava dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Rûsî xaleke serbazî ji bo çavdêriya agirbestê û belavbûna hêzên rêjîma Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê, li Til Temirê ava dike.

Fermandarê Hêzên Asayişê yên Aşûrî yên ser bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn Robêr Eyo ji ajanseke opozîsyona Sûriyê re ragihand, li gor rêkeftina bi HSDê re, hêzên Rûsî ji 20 rojan ve kar li ser danîna xaleke serbazî li derdora bajarê Til Temirê dikin.

Diyar kir jî, 25 otombîlên serbazî û 80 serbaz û fermandarekî Rûsî gihîştine wê xala Rûsî ya nû li derdora Til Temirê.

Aşkere kir jî, erkê wê xala Rûsî ew e, çavdêriya rêkeftina agirbestê, birêvebirina gerên hevbeş çi bi HSD re û çi bi hêzên Tirkiyê re be. Herwiha dê serperiştiya belavbûna hêzên rêjîma Sûriyê jî bike.

Piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji hin navçeyên Rojavayê Kurdistanê, hêzên Rûsî derbasî herêmê bûn. Herwiha li gor rêkeftina HSD û rêjîma Sûriyê jî, hêzên artêşa Sûriyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, ji bo parastina sînor.

 

S. B