Nivîskarên bakur banga hevrêziyê ji aliyên rojava dikın

Piştî êrîşa Tirkiye ya ser Rojavayê Kurdistanê, bang li Kurdên Rojavayê dihat kirin, ku yekîtiya xwe ya siyasî pêk bîn in. Di vê çarçoveyê de, nivîskar û lêkolînerên Bakurê Kurdistanê jî, bang li aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dikin, ku eger li dora nirxên neteweyî yekîtiya xwe pêk bîn in, dê Tirkiye êdî nekaribe bi hêsanî êrîşî Rojava bike.

K24- Amed

Piştî êrîşa Tirkiye ya ser Rojavayê Kurdistanê, bang li Kurdên Rojavayê dihat kirin, ku yekîtiya xwe ya siyasî pêk bîn in. Di vê çarçoveyê de, nivîskar û lêkolînerên Bakurê Kurdistanê jî, bang li aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dikin, ku eger li dora nirxên neteweyî yekîtiya xwe pêk bîn in, dê Tirkiye êdî nekaribe bi hêsanî êrîşî Rojava bike.

Di çarçoveya pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê de hewldanên aliyan didomin û bi teybetî jî piştî êrîşa Tirkiyeyê ya ser Rojavayê Kurdistanê hemu Kurdên cîhanê banga yekîtiya neteweyî dikin. Di vê çarçoveyê de lêkolîner û nivîskarên Bakurê Kurdistanê jî balê dikêşin ku yekîtiya neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê di şert û mercên îro de wek pêdiviyek sereke tê dîtin. Nivîskar Omer Ozmen amaje dike ku yekîtiya neteweyî ya di navbera ENKS û TEVDEMê de li gel pêdiviyê êdî di warê stratejik de jî aliyan hewcedar dike.

Omer Ozmen, nivîskar dibêje:"Eger Kurd li Rojavayê Kurdistanê di bin banê nirxên neteweyî de li gorî peymanên navneteweyî werin cem hev û yekîtiyeke neteweyî pêk bînin, wê demê dê êdî Tirkiye jî wek berê nekaribe bi hêsanî êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike."

Yekîtiya neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê bo parçeyên din ê Kurdistanê jî wek rûdanek ku bandorek erênî peyda bike tê dîtin. Bi vê yekê ve girêdayî jî bal tê kêşan ku yekîtiya neteweyî Rojavayê Kurdistanê dê siyaseta Bakurê Kurdistanê jî ber bi neteweyîbûnê ve bibe. Şîrovekar Îbrahîm Guçlu dibêje di demek ku hevsengiyên Rojhilatanavîn tên guherîn de rêbaza herî baş bo Kurdan siyaseteke neteweyî ye û divê di warê rêbazê de jî nêrînek hevpar hebe.

Îbrahîm Guçlu, şîrovekar got:"Li aliyekî Kurd dibêjin li Rojava em dewleteke federal dixwazin, li aliyekê jî partiyên din dibêjin em beşek ji Suriyeyê ne û navê wê derê Bakurê Suriyeyê ye. Bi vî awayî yekîtî çênabe, bi ya min çêbibe jî bi ser nakeve."

Şîrovekar û nîvîskarên Bakurê Kurdistanê destnîşan dikin ku bo rêbaza pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê Peymanên Hewlêr û Duhokê dikarin bibin nexşerê û div ê çarçoveyê de Ezmûn û pêşniyarên Serok Mesût Barzanî jî dikare sûdê bide aliyên Rojavayê Kurdistanê.