Ev 13 meh in elektrîka Cemxaneya Diyarbekirê hatiye birîn

Li Diyarbekirê ji beriya 8 salan, ji bo ku welatiyên Elewî jî bikaribin ayînên xwe bikin, Cemxane hat vekirin. Lê belê, ji ber ku statûya Cemxaneyan tune ye, ev 13 meh in elektrîka Cemxaneyê ji aliyê saziyê elektrîkê ve hatiye birîn. Rêveberên Cemxaneyê dixwazin, ku Cemxane jî wekî mizgeft û dêran xwedî statû be û lêçûnên wê, ji aliyê Dewletê ve werin dayîn. Li gorî nirxandina Baroya Diyarbekirê jî, divê Dewlet, tu ferqê nexe nava mizgef û cemxaneyan û rêzê li baweriyên cûda bigre.

K24- Amed

Li Diyarbekirê  ji beriya 8 salan, ji bo ku welatiyên Elewî jî bikaribin ayînên xwe bikin, Cemxane hat vekirin. Lê belê, ji ber ku statûya Cemxaneyan tune ye, ev 13 meh in elektrîka Cemxaneyê ji aliyê saziyê elektrîkê ve hatiye birîn. Rêveberên Cemxaneyê dixwazin, ku Cemxane jî wekî mizgeft û dêran xwedî statû be û lêçûnên wê, ji aliyê Dewletê ve werin dayîn. Li gorî nirxandina Baroya Diyarbekirê jî, divê Dewlet, tu ferqê nexe nava mizgef û cemxaneyan û rêzê li baweriyên cûda bigre.

Ev der Cemxane û Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal ya Diyarbekirê ye. Welatiyên Elewî li vê Cemxaneyê ayînên xwe dikin. Li navenda Diyarbekirê tenê ev Cemxane heye û xizmeta 5-6 hezar Elewî dike. Ev der ji beriya 8 salan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatiye amadekirin. Li gorî yasayên Tirkiyeyê tu statûyeke Cemxaneyan tune ne lê hin şaredarî lêçûnên Cemxaneyan didin hin  jî nadin. Elektrîka vê Cemxaneyê heta 2014'an ji aliyê Cemxaneyê ve hatiye dayîn. Lê belê ev 13 meh in ji ber deynên giran elektrîka vê derê ji aliyê saziya elektîrkê ve hatiye birin. Saziyê elektrîkê ji 2013'an ve ne girêdayî dewletê ye. Serokê Komeleya Şaxa Diyarbekirê yê Komeleya Pîr Sultan Abdal Cafer Koluman got; em dixwazin Cemxane jî wekî mizgeft, dêr û sînagogan xwedî statû bin û hemû lêçûnên Cemxaneyê ji aliyê Dewletê ve werin dayîn.

Cafer Koluman - serokê Komeleya Pîr Sultan Abdal ya Diyarbekirê, got:"Berê trafoya me taybet bû lê  dûv re tora me bi saziya elektrîkê ve hat girêdan û me jî heta 2014'an lêçûnên elektrîka xwe da. Di 2014'an de saziyên Elewiyan yên li welat û derveyê welat biryarek girtin ku wekî mizgeft û cihên din ên ayînî lêçûnan nedin. Em dibêjin mafê Elewiyan jî heye ku cemxaneyên wan xwedî statû bin û lêçûnan wan ji aliyê Dewletê ve werin dayîn. Em hemûna rêveberiya olî red dikin û me tu pêwendî bi rêveberiya olî re nedanî. Lê belê saziyê elektrîkê berê me dide rêveberiya olî. Me doz vekiriye em li benda biryara dadgehê ne. Dema ku tazî û cemên me çêdibin em jeneratöre bikartînin."

Rêveberên Cemxaneyê li dadgeha Diyarbekirê ji bo rawestandina biryara qutkirina elektrîkê doz vekirien. Li gorî ragihandina rêveberên Cemxaneyê deynê elelktrîkê bubû 192 hezar lîre lê belê bi hevdîtinan deyn daxistine 70 hezar lîreyan. Rêveberên Cemxaneyên amaje dikin ku nikarin vî deynî bidin û ji ber kutkirina elektrîkê nikarin ayinên xwe bikin. Li gorî nirxandina Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin ev biryar li dijî mafê mirovan e û divê Dewlet rêzê li baweriyên cûda bigre û li gorî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê statûye bide Cemxaneyan.

Cîhan Aydin, serokê Baroya Diyarbekirê, got:"Ev mijar bi azadiya ol û wijdanê ve girêdayî ye. Pirsgirêkeke wisa li wealtên pêşketî tune ye. Divê Dewlet alîkariya hemû baweriyan bike. Welatî çawa bixwazin divê wisa bawer bikin. Di 2015'an de Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî biryar daye ku divê dewlet rêzê li baweriyên cûda bigire. Divê dewlet lêçûnên cemxaneyan bide. Lê ev pirsgirêk bi biryarên dadgehan çareser nabin divê desthilatdar bi sererastkirina yasayan vê pirsgirêkê çareser bike."

 Li gorî ragihandina rêveberên Cemxaneyê heta niha ji hevdîtinên bi parêzgerî û şaredariyê tû encam negirtine lê ji dadgehê bihêvîne ku biryareke erênî bide. Li Diyarbekirê 1,968 mizgeft hene û hemû lêçûnên mizgeftan ji aliyê serokatiya olî ve tê dayîn. Li gorî biryarên Dageha Bilind a Tirkiyeyê divê lêçûnên Cemxaneyan jî ji aliyê Dewletê ve werin dayîn lê rêveberên Cemxaneyan dibêjin ji bilî avê tu lêçûnên me nayên dayîn.