Peyamek ji Yekêtîya Ewrupayê bo Îraqê
Yekêtîya Ewrupayê daxwaz ji Îraqê dike bi cidî kar bike bo rêgitinê ji kuştin û revandina berevanên mafên mirovan û çalakvanên civaka sivîl.
K24- Hewlêr
Yekêtîya Ewrupayê daxwaz ji Îraqê dike bi cidî kar bike bo rêgitinê ji kuştin û revandina berevanên mafên mirovan û çalakvanên civaka sivîl.
Pêgeha elikitronî ya nwêneratîya Yekêtîya Ewrupayê li Îraqê di tiwîtekê de, amaje bi wê yekê kirîye: Welatên endam di Yekêtîya Ewrupayê de, evro li gel Yasîn Yasirî civîyan û daxwaz ji wî kirîne dawîyê bi tundûtîjîyê dijî xwenîşanderan bihînin û kar bikin bo rêgitinê ji karên kuştinê, revandinê û bê soraxkirina berevanên mafên mirov û çalakvanên aştîxwaz.
Ji destpêka Oktobera burî ve, xwenîşandanên berfireh li başûr û naverasta Îraqê berdewam in û xwenîşander daxwaz dikin tevahîya sîyasetvanên desthelatdar li Îraqê ji qada sîyasetê û desthelatê dûr nemînin û herweha daxwaza ji navbirina gendelîyê û başkirina rewşa jîyana xelkê Îraqê dikin.