Xwenîşanderan bendereke Besre û wêstgeheke elikitrîkê li Kerbela daxistin

Di berdewamîya xwenîşandanên Îraqê, xwenîşanderan benderek li parêzgeha Besre û wêstgeheke elikitêkê li Kerbela daxistin.

K24- Hewlêr

Di berdewamîya xwenîşandanên Îraqê, xwenîşanderan benderek li parêzgeha Besre û wêstgeheke elikitêkê li Kerbela daxistin.

Bi nêzîkbûna dema destnîşankirina berbijêrekî bo posta serok wezîrên Îraqê, xwenîşanderan çalakîyên xwe berfireh kirîne û li Kerbela wêstegeha elikitrîka devera Xeyrat daxistin.

Ji alî dî ve, xwenîşanderan bendera Meiqel li başûra Besre daxistin û hewil didin jî biçin di nav bîyava petrola Qerne de.

Xwenîşanderên dîwanîye rêveberatîyên şaredarêyê, perwerde, av û averoyan û dîwana parêzgehê daxistîne.

Ev di demekê de ye, evro rojname ya Erebî Cedîd ragehand, xwenîşanderên Îraqê piroje ya rakêşana xîç a petrola Besre- Eqebe daxistin ku ji sala 2013yê ve   li gor rêkkevtineke di navbera Îraq û Ûrdinê de hatîye destpêkirin.