Li Diyarbekirê dadgehkirina Ednan Selçûk Mizrakli birêve çû
Li Dadgeha Diyarbekirê darizandina Hevserokê ji kar hatî dûrxistî yê Diyarbekirê Ednan Selçûk Mizrakli hat kirin û dadgehê rûniştina dozê bo 10ê meha Sibatê paşxist. Ednan Selçûk Mizrakli got; ev doz ne dozeke hiqûqî ye dozekî siyasî ye. Parêzerên Mizrakli jî amaje kirin ku gotinên şahidhala ku nasnameya wê veşartiye bêbingeh in û daxwaza azadkirina Mizrakli kirin lê daxwaza wan hat redkirin.
K24- Amed
Li Dadgeha Diyarbekirê darizandina Hevserokê ji kar hatî dûrxistî yê Diyarbekirê Ednan Selçûk Mizrakli hat kirin û dadgehê rûniştina dozê bo 10ê meha Sibatê paşxist. Ednan Selçûk Mizrakli got; ev doz ne dozeke hiqûqî ye dozekî siyasî ye. Parêzerên Mizrakli jî amaje kirin ku gotinên şahidhala ku nasnameya wê veşartiye bêbingeh in û daxwaza azadkirina Mizrakli kirin lê daxwaza wan hat redkirin.
Li Dadgeha Diyarbekirê doza darizandina hevserokê şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Ednan Selçûk Mizrakli ku ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve ji kar hatibû dûrxistin birêve çû. Mizrakli ji girtîgeha Qeyseriyê bi rêya vîdyokonferansê beşdarî darizandinê bû. Parlementerên HDP'ê û Partiya Saadetê û rayedarên CHP'ê yên Diyarbekirê û hejmarek nûnerên saziyên civakî yên sivîl jî doz şopandin. Piştî biryara dadgehê, parlementerên HDP'ê li ber derê dadgehê di bin dorpêça hêzên ewlehiyê de daxûyaniyek dan. Parlementera HDP'ê Gûlîstan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî girtina Mizrakli û siyasetmedarên Kurd da û got; daraz ketiye jêr kontrola desthilatdariyê de û hemû dozên li hemberî wan dozên siyasî ne. Parlementerê HDP'ê yê Diyarbekirê Musa Farisogullari jî rexne li dadgehkirina Mizrakli girt û got; dadgeh wekî şanoyê lêhatiye.
Musa Farisogullari - Parlementerê HDP'Ê yê Diyarbekirê, got:"Bi nêrîneke siyasî nêzîkî vê dosyayê dibin. Em dikarin bêjin Ednan Selçûk Mizrakli jî dîlekî siyasî ye. Di naveroka dosyeyê de tiştek tune ye, bêbexteke, direwkareke anîne û li gor xwe tîyatroyeke amadekirine."
Ednan Selçûk Mizrakli di hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an de ji %63'ê dengan girt. Mizrakli tenê 4 mehan li ser kursiyê şaredariyê rûnişt. Piştî ji ku ji kar hat dûrxistin bi girseya HDP'ê re 2 mehan li kolaneke nêzîkî şaredariyê çalakiyên protestokirina danîna qeyûman lidarxist. Ednan Selçûk Mizrakli bi gotinên şahidhaleke ku ji doza PKK'ê girtî û nasnameya wê veşartî hat girtin.Wê şahidhalê gotiye Ednan Selçûk Mizrakli neştergerî li endamekî PKK'ê kiriye. Lê ev îdîayên şahidhalê hatin derewandin. Lê belê piştî îdîayên şahidhalê ew ji Girtîgeha Qeyseriyê haz azadkirin û Ednan Selçûk li girtîgeha Qeyseriyê hat zindanîkirin. Parlementerê HDP'ê Necdet Îpekyûz jî got; bi danîna qeyûman dixwazin ku çavên Kurdan û civakê bitirsînin lê ew dê tevî hemû zext û zordariyan li ber xwe bidin.
Necdet Îpekyûz - Parlementerê HDP'ê yê Êlih'ê, dibêje:"Tirkiye di mijarên aborî û dîplomasiyê de ketiye nav tengasiyên mezin de, îca bersiva xwe bi danîna qeyûman didin û dibêjin li vî welatî teror heye, welat ji destê me derdikeve û em perişan bûne. Ji ber vê yekê dixwazin ku dengê Gelê Kurd dernekeve. Dema ku qeyûman tayîn dikin dibêjin ku çawa be tirs heye û tirk jî ji tirsa dengê xwe dernaxînin. Lê ji aliyê gelê me ve tu wateya qeyûman tune ye."
Parêzerên Ednan Selçûk Mizrakli amaje dikin ku piştî hilbijartinê rojekê ango di 1'ê Nîsanê de Parêzergeriya Diyarbekirê ji bo Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê nivîsek rêkiriye û daxwaza ji kar dûrxistina Ednan Selçûk Mizrakli kiriye. Serdozgeriya Diyarbekirê ji bo Mizrakli ji 7 salan heta 15 salan sizayê giran dixwaze. Lê parêzer dibêjin dosye ji îdîayên bêbingeh hatiye amadekirin û daxwaza azadkirina Mizrakli dikin. Ji hilbijartinên 31'ê Adarê ve ji bo 32 şaredariyên HDP'ê qeyûm hatine danîn û 25 hevserokên Şaredariyên HDP'ê jî hatine zindanîkirin.