Elawî: Burandina yasa ya helbijartinê, vajî ya destûrê ye
Eyad Elawî ragehand, burandina yasa ya yasa ya helbijartinê, vajî ya destûrê ye û hûrkarîyên yasa ya nû xewna encamdana helbijartina pêşdem ji nav deibe.
K24- Hewlêr
Eyad Elawî ragehand, burandina yasa ya yasa ya helbijartinê, vajî ya destûrê ye û hûrkarîyên yasa ya nû xewna encamdana helbijartina pêşdem ji nav deibe.
Eyad Elawî, serokê hevpeymaîya Wetenîye, di Tiwîtekê de, nivîsîye: Pesindkirina yasa ya nû ya helbijartina feramoşkirin û piştguhxistina vîyan û îrade ya gelê Îraqê ye û vajî ya destûrê ye.
Elawî tekez dike, hûrkarîyên yasa ya nû, xewna encamdana helbijartina pêşdem ji nav dibe û di xizmeta hejmûn û desthelata partîyên niha de dibe.
Serokê Hevpeymanîya Wetenîye xuya dike, bi rê ya yasa ya helbijartinê ve, yarî bi îradeya dengderan dihêt kirin.
Di rûniştina roja Sêşmbîyê, 24/12/2019, perlemana Îraqê bi piranîya dengan piroje yasa ya helbijartinê rabûrand û firakisyonên Kurdistanî ji bilî Newey Nwê, hemûyan dijî wê piroje yasayî baykota rûniştina perlemanê kirin.
Firakisyonên Kurdistanî dijî made yên 15 û 16 ne di wê yasayê de û piştî derkevtina firakisyonên Kurdistanî ew dû made jî hetin pesindkirin.