Elawî daxwaza hikumeteke biçûkkirî dike
Hevpeymanî ya Nîştîmanî bi serokatî ya Eyad Elawî daxwaz kir hikumeteka biçûk bi serokatî ya Berhem Salih bihêt pêkhînan û bo dema yek salê hukim bike.
K24- Hewlêr
Hevpeymanî ya Nîştîmanî bi serokatî ya Eyad Elawî daxwaz kir hikumeteka biçûk bi serokatî ya Berhem Salih bihêt pêkhînan û bo dema yek salê hukim bike.
Wê hevpeymanîyê daxwaz jî kirîye, ew hikumet bi hevahengî li gel Neteweyên Hevgirtî karûbarên welat birêve bibin û soz jî bide ku xwe berbijêr neke di helbijartinê de.
Nivîsîngeha ragehandina Hevpeymanîyê li ser evê yekê beynnameyek belav kirîye, têde sersûrî ya xwe nîşan daye beranber bi berbijêrkirina kesekî ji alîyê kutleya Elbîna ve û ev kar bi bipêkirina destûrê danaye.
Di beyannameyê de hatîye, li şûna ku ewê pirsê bo serok komar bihêlin, daku dest bi rawêjan bike li gel tevaya alîyan û helwêsteke yekxistî derbibire, hewil didin fişarê bixin ser serok komar dakû kandîdê wan qebûl bike, bê ku ti daxwazîyeke xwenîşanderan li ber çavan bigirin.
Di pişkeke dî ya beyannameyê de hatîye, Em di wê bawerîyê de ne, niha dema wê yekê ye, Berhem Salih, serok Komarê Îraqê, hikumeteke biçûk bo dema salekê pêkbihîne û bi hevahengî li gel Neteweyên Hevgirtî welat birêve bibe heya helbijartina dahatî û soz jî bide, ku xwe berbijêr nek di helbijatinên dahatî de.