Serok komarê Îraqê: Pêwîste destwerdanên derekî bihênn redkirin

Serok komarê Îraqê: Pêwîste destwerdanên derekî bihênn redkirin

K24- Hewlêr

Serok komarê Îraqê, Berhem Salih ragehand, pêwîste rêz li îrade û vîyana gel bihêt girtin û hemû destwerdaneke derekî bihêt redkirin.

Serokatîya komarê ragehandîye, evro di koçka Selam de li bajarê Bexdaya paytext, Berhem Salih pêşwazî kirîye li balyozê Japonê li Îraqê.

 Herweha hatîye, di dîdara navbera herdû alîyan de, tekez li ser pêşxistina peywendîyên Îraq û Japonê hatîye kirin.

Di wê dîdarê de, serok komarê Îraqê bi pêwîst zanêye, piştîvanîya akincî Îraqê bihêt kirin û ew kirîza niha di welat de heye, birêzgirtinê ji vîyan û Îrad ya gelê Îraqê û redkirina destwerdana derekî di sîyaseta hindûrî ya welat de, bihît derbazkirin.