Sîstanî burdûmana Emerîkayê bo ser bingehên Heşda Şeibî şermezar dike
Elî Sîstanî, merceê bilindê Şîeyan burdûmanên Emerîkayê bo ser baregehên Heşda şermezar kir.
K24- Hewlêr
Elî Sîstanî, merceê bilindê Şîeyan burdûmanên Emerîkayê bo ser baregehên Heşda şeibî şermezar kir.
Malpera fermî ya Elî Sîstanî, evro, daxuyanîyeka rojnamevanî belav kir û têde hatîye, di demkê de, Mercea bilinda olî ewê burdûmanê şermezar dike ku komeke çekdarên ser bi hêzên fermî yên Îraqê kirîye armanc û bûye sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmareke mezin ji wan, di heman dem de jî, daxwaz dike rêz li serwerîya Îraqê bihêt girtin û nabe bi bîyanûya bersivdana karên nayasayî yên hinek alîyan bihêt binpîkirin.
Di daxuyanîyê de hatîye, tenê desthelata fermî ya Îraqê mafê reftarê heye li beranbera wan karan û bikarhînan rêkaên rêgir li pêş dûbare bûna wan. Pêwîste jî desthelata Îraqê wê pêngavê bihavêje û kar bike daku Îraq nebe qada milmilanê yên deverî û nêvdewletî û maykirinê di karûbarên navxweyî de.