Li pêş balyozxane ya Emerîkayê bi dehan kes birîndar bûn
Çavkanîyeke berpirs li hêzên Heşda Şeibî ya Îraqê ragehand, ji encama pêkdadanan û rûbirûbûnê li pêş balyozxane ya Emerîkayê li Bexda 32 kes birîndar bûn.
K24- Hewlêr
Çavkanîyeke berpirs li hêzên Heşda Şeibî ya Îraqê ragehand, ji encama pêkdadanan û rûbirûbûnê li pêş balyozxane ya Emerîkayê li Bexda 32 kes birîndar bûn.
Ewî çavkanî ragehand, di dema rêveçûna merasîmên veşartina termên qurbanîyên hêrişa Emerîkayê bo ser baregehên Heşda Şeibî, ji alîyê balyozxane ya Emerîkayê ve teqe li xwenîşanderan û pişikdarên merasîmê kirîne û bombên dûkêlî û dengî teqandine û bi sedema wê yekê jî 32 kes birîndar bûne.