Bi wêne.. hêzeka taybeta Îraqê gehişte pêş balyozxane ya Emerîkayê

Çavkanîyeka ewlekarîyê li Bexdayê ragehand, hêzeka taybeta artêşa Îraqê ku bi (Fîrqe ya Taybet) dihêt nasîn li pêş balyozxane ya Emerîkayê belav bûne.

K24- Hewlêr

Çavkanîyeka ewlekarîyê li Bexdayê ragehand, hêzeka taybeta artêşa Îraqê ku bi (Fîrqe ya Taybet) dihêt nasîn li pêş balyozxane ya Emerîkayê belav bûne.

Wî çavkanî ragehandî ye jî, hêzên Firqe ya Taybet li pêş derîyê serekî û derîyê dûyem a balyozxane ya Emerîkayê li Bexdayê hatîne belave kirin.

 Got jî: Fermandeyê wê firqeyê li gel serkirdeyên Heşda Şeibî û xwenîşanderên Îraqî li pêş balyozxaneyê civîyane û daxwaz ji wan kirîye xwe nêzîkî dîwara balyozxaneyênekin.