Bexda bo balyozxane ya Emerîka: Dê hewe parêzîn

Wezareta derve ya Îraqê, derbarê metirsîyên ser balyozxane ya Emerîkayê li Bexdayê beyannameyek belav kir.

K24- Hewlêr

Wezareta derve ya Îraqê, derbarê metirsîyên ser balyozxane ya Emerîkayê li Bexdayê beyannameyek belav kir.

 Di beyannameyê de, wezareta derveya Îraqê ragehandîye, hikumeta Îraqê bi temamê pabende bi rêkkevtina Vîyenna ya taybet bi peywendîyên dîplomasî.

Herweha têde hatîye, Îraq pabend bi erk û berpirsyartî ya xwe li beranber paraztina navendên dîplomasî.

Zelal jî kirîye, hêzên ewlekarî yên amadeyî temam heye bo parêzvanîyê li balyozxane ya Emerîkayê li Bexda.