Fetih û Sayrûn: Kar dikîn bo derkirina Emerîka ji Îraqê

Endamê Hevpeymanîya fetih, Fazil Fetlawî ragehand, hevpeymanîya wan pêşwazîyê ji destpêşxerîya Muqteda Sedir, serokê Rewta Sedir dike derbarê derkirina hêzên Emerîkayê ji Îraqê bi rêyên sîyasî û yasayî.

K24- Hewlêr

Got jî: Zêdetir ji 100 endamên Civata Nwênerên Îraqê wajû li ser daxwazîyekê kirîne bo derkirina hêzên Emerîkayê.

Zelal kirîye, di rûniştina dahatî de ya Civata Nwêneran ev pirs dê bihêt pêşkeşkirin.

Roja 30yê /12/2019 Mûqteda Sedir rêberê Rewta Sedir bi rê ya tora civakî ya Tiwîterê, peyamek belav kir û têde ragehand, pêwîste hemû alî rêzên xwe yek bixin û helwêsta wan yek be bo derkirina hêzên Emerîkayê ji Îraqê.