Çekdaran 6 karmendên Encûmena Xwecihiya Efrînê revandin
Grûpên çekdar ên Efrîn dagîr kirine, hejmarek ji endezyar û kamendên Encûmena Xwecihî ya Efrînê revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên Efrîn dagîr kirine, hejmarek ji endezyar û kamendên Encûmena Xwecihî ya Efrînê revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Ewlehiya Siyasî pêr roja 30î Beçileya 2019an endezyar Menan Hebîb ku karmendê Nivîsgeha Endezyariyê ya Encûmena Xwecihî yê Efrînê ye revand û ber bi cihekî ne diyar ve bir.
Diyar kir jî, endezyar Menan Hebîb berê efserekî artêşa Sûriyê bû û jê cuda bûbû.
Wê rêxistinê da zanîn jî, heman grûpa Ewlehiya Siyasî ligel Îstixbarata Tirkiyê roja roja 30î Berçile du karmendên din ên Encûmena Xwecihî ya Efrînê Basil Ereb û Mihemed Ebdilhenan revandin.
Li navçeya Şiyê, roja 23ê meha Berçileya 2019an grûpa Silêman Şah bi armanca standina pereyan ji malbata wî, welatî Ehmed Mihemed Îbrahîm Donê revandiye.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand, grûpa Lîwaya Weqas pêr 500 tenekeyên zeytê ji gundê Anqelê yê ser bi navçeya Şiyê ve wek bac bir.
Grûpên çekdar roja 26ê Berçileya 2019an 3 endezyarên Encûmena Xwecihî ya Efrînê Welîd Hesen, Hemîd Mûsa û Zekwan Hesen revandibûn.
S. B