Alîgirên Heşda Şeibî li pêş Konsolxaneya Amerîkî kom bûne
Alîgirên Heşda Şeibî îro jî li pêş Konsolxaneya Amerîka li Bexdayê kom bûne û nerazîbûna xwe li dijî Amerîka didomînin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Alîgirên Heşda Şeibî îro jî li pêş Konsolxaneya Amerîka li Bexdayê kom bûne û nerazîbûna xwe li dijî Amerîka didomînin.
Li gor zanyariyên Peyamnêrê K24ê li Bexdayê, alîgirên Heşda Şeibî îro jî li pêş Konsolxaneya Amerîka li Bexdayê kom bûne û hêzên ewlekariyê bi gaza rondrêj hewla belavkirina wan didin.
Roja 31ê Berçileya 2019an de, kombûna li pêş Konsolxaneya Amerîka li Bexdayê destpê kiribû.
Her çend e bayozxaneyê karmendên xwe bo cihekî ewle veguhastine, lê Washingtonê ragihand, ew ne bi niyaz in balyozxaneya xwe vala bikin, wek hevkariyekê jî şeva bûrî hejmarek ji serbazên ji hêza Marîns gihîştin balyozxaneyê.
Sedema derbirîna nerazîbûnê jî ew e, Amerîka 5 binkeyên Hizbulaha Iraqî li Iraq û Sûriyê bombebaran kiribû, di encamê de jî 28 çekdar hatibûn kuştin û 48 çekdar jî birîndar bûbûn.
S. B