Bi wêne.. Ziyanên Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê

Ajansa nûçeyan “Associated Press” wêneyên ziyanên Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê ya ji aliyê alîgirên Heşda Şeibî ve rastî êrîşê hatiye belav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa nûçeyan “Associated Press” wêneyên ziyanên Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê ya ji aliyê alîgirên Heşda Şeibî ve rastî êrîşê hatiye belav kirin.

Li gor wêneyan, alîgirên Heşda Şeibî negihîştine nava avahiya sereke, belkû tenê gihîştin derî û pirsgeha derve ya balozxaneyê, ku li Navçeya Kesk a Bexdayê dikeve.

Piştî êrîşê, Hikûmeta Iraqê biryar da hêza taybet bişîne derdora balyozxaneyê, Desteya Heşda Şeibî jî daxwaz ji alîgirên xwe kir, ji derdora balyozxaneyê dûr bikevin.

Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê ji 21 avahiyan pêk tê, dibistan û zincîreyek ji xwaringehan, barzarek û navendeke werzişê tê de hene.

Roja 31 Berçileya 2019an, alîgirên Heşda Şeibî û Hizbulaha Iraqî li pêş Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê li Navçeya Kesek kom bûn û hewl dan bi ser balyozxaneyê de bigirin.

Sedema wê yekê jî ew bû, roja 29ê Berçileya bûrî firokeyên Amerîka binkeyên Hizbulaha Iraqî li navçeyên sînorî yên Iraq û Sûriyê bombebaran kiribûn û di encamê de 28 çekdar hatibûn kuştin û 48 çekdarên din jî birîndar bûbûn.

 

 

S. B