Pispor: Dicle, wekî çepgîrên Tirkan ên berê 40salan diaxife
Xetîp Dîcle di axaftinek xwe de bang kir, ku divê li Bakurê Kurdistanê hember helwesta dewletê Şerê Gel ê Şoreşger destpê bike...
K24 - Diyarbekir
Parlementerê berê yê Diyarbekrê û Hevserokê berê yê Kongreya Civaka Demokratîk Xetîp Dîcle di axaftinek xwe de bang kir, ku divê li Bakurê Kurdistanê hember helwesta dewletê Şerê Gel ê Şoreşger destpê bike û çalakiyên demokratîk nikarin bandorê li dewletê bikin.
Derbarê daxuyaniyên Xetîp Dîcle de bertek hate nişandan û hişyarî tê dayîn ku daxuyaniyên Dîcle xeternak in. Akademîsyenê Zankoya Dîcle Vedat Koçal dibêje divê êdî Xetîp Dîcle û siyasetmedarên nifşê Xetîp Dîcle ji qada siyasete derbikevin ji ber ku nikarin civake bi awayeke rasteqîn bixwînin.
C.B