Hamas: Filistinê serkirdeyek xwe wenda kir
Qasim Silêmanî wekî serkirdeyek tê penase kirin, ku ji xelkê Filistinê re wendabûnek mezin e.Qasim Silêmanî wekî şehîdê Filistinê tê binav kirin

K24 – Navenda Nûçeyan
Tevgera Hamas a Filistinê, daxuyaniyek serxweşiyê ji bo Fermandarê Hêza Qudis a Îranî girêdayî Sûpaya Pasdaran a Komara Islamî ya Îranê Qasim Silêmanî weşand û ew wekî serkirdeyek bibandor binav kir.
Ligor Hamas egera xwînrijandinê li herêmê Israîl û Amerika ne û li dij azadiyan û ewleyiya herêmê tevdigerin.
Hamas diyar dike, ku Qasim Silêmanî di gelek waran de piştgiriya doza Filistinê kiriye û serkirdeyek berçav ê Komara Islamî ya Îranê bû.
Herweha Qasim Silêmanî wekî serkirdeyek tê penase kirin, ku ji xelkê Filistinê re wendabûnek mezin e.Qasim Silêmanî wekî şehîdê Filistinê tê binav kirin…
C.B