CHP: Şandina Artêşa Tirkiye bo Lîbyayê metirsîdar e
CHP şandina serbazên Artêşa Tirkiye bo Lîbyayê metirsîdar dibin e. Peyvdarê Partiyê da xuyakirin, Tirkiye liser sînorên xwe bi pirsgirêkên mezin re rûbirû ye û nabe tevlî aloziya Lîbyayê jî, bibe.
K24- Hewlêr
CHP şandina serbazên Artêşa Tirkiye bo Lîbyayê metirsîdar dibin e. Peyvdarê Partiyê da xuyakirin, Tirkiye liser sînorên xwe bi pirsgirêkên mezin re rûbirû ye û nabe tevlî aloziya Lîbyayê jî, bibe.
Peyvdarê CHP Faîk Oztrak piştî civîna Encumena Rêveberiya Navendî ya partiya xwe da xuyakirin, Tirkiye li Sûriyê bi pirsgirêkên mezin re rûbirû ye, xalên çavdêriyê li Îdlibê di dorpêçê de ne û got, bi sedhezaran koçberan jî, berê xwe dan e sînorê Tirkiyê.
Oztirak da xuyakirin, ew biryar a şandina serbazan bo Lîbyayê metirsîdar dibîn in û got, ew dixwazin di çarçoveya Neteweyên Yekgirtî de pirsgirêk were çareserkirin û demildest Hêzên Aştî yê Neteweyên Yekgirtî bo navçeyê bên xwestin. Lê desthilat guh nade banga wan.