Ji bo derxistina xaçê gelek kesan xwe avêtin deryaya sar
Bi helkefta salvegera rojbûna Hezretî Îsa û wek kevneşopiyekê, xwe avêtin nav deryaya sar da ku xaça li avê hat avêtin derxin.
K24 – Stenbol
Bi helkefta salvegera rojbûna Hezretî Îsa hejmareke zêde Mesihiyên ji welatên cuda li Stenbola Tirkiyê li dêra Fener Rum a Ortodoksê li hev civiyan. Piştî merasîma olî hejmareke zêde Krîstiyan wek kevneşopiyek, xwe avêtin nav deryaya sar da ku xaça li avê hat avêtin derxin. Dema ji deryayê xaç derxistinê kesekî ku xwe avêt avê ji hişê xwe ve çû.
Hewayeke gelek sar ku sîwanên li ber destan difirîne û di ser de jî baran dibare lê tevî vê şertên giran ên hewayê hejmareke zêde Mesihî xwe avêtin nav deryayê da ku xaça li avê hat avêtin derxin.
Bi dehan kesên ji welatên cuda hewl dan ku pêşiya herkesi xaçê ji avê derxin. Nîkolaos Solîsê Yewnenîstanî xaçê ji avê derxist û maç kir.
Beşdarekî Mesihî: Gelek kêfxweş im ku ez beşdarî vê merasîma pîroz bûm. Dibe ku ji bo li hin kesan sar be. Lê li min qet ne sar e. Heta emrê min têrî kir ez ê her sal werim vê merasîmê.
Ev merasîma ku li gor baweriya Krîstiyanan bi helkefta salvegera 2020an a pîrozbahiyên Hezretî Îsa li Stenbolê hat sazkirin, bi serperîştiya Patrîkê Dêra Ortodoks a Rûm Bartholomeos bi rê ve çû.
Beşdarekî Mesihî: Bi helkefta vê rojê hêvî dikim sala nû bibe sala aştî û xweşiyê. Ez jî ketim avê da ku xaçê derxim. Rast e hewa sar e lê dema dikevî avê sermeya hewayê zêde hîs nakî.
Di nav kesên ku xwe avêtin nav deryayê de kesekî Krîstiyan di avê de xeriqî. Ew kesê ku ji hişê xwe ve çû bi alîkariya wezîfedarên fermî û hevalên xwe ve ji avê hat derxistin paşê ew rakirin nexweşxaneyê. Hat ragihandin rewşa wî baş e.