Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê tevlî behiya birayê Mîsal Alûsî bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê tevlî behiya Xudêjêrazî Musabir Cemal Alûsî yê birayê kesatiyê siyasî yê naskirî yê Îraqî Mîsal Alûsî bû û hevxemiya xwe ji wî re diyar kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û tê de amaje bi wê yekê da ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro În, 13ê Mijdara 2026ê, li Hewlêrê tevlî behiya wexerkirî Musabir Cemal Alûsî yê birayê kesatiyê siyasî yê naskirî yê Îraqî Mîsal Alûsî bû, sersaxî ji wî re xwast û hevxemiya xwe ji wî re diyar kir.

Li gorî wê ragihandinê, Mîsal Alûsî spasiya tevlîbûn û hevxemiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.