Selahedîn Demîrtaş: Niha li Tirkiyeyê hemû yasa tên binpêkirin

Selahedîn Demîrtaş dibêje, sedemê dadgehkirin û zîndanîkirina wan ew e ku Erdogan bibe Serok û da zanîn, dê rojek derkeve holê ku, çeteyek bi navê dadgehê bo bicîhkirina sîstema takekesî tevdigere.

K24- Hewlêr

Selahedîn Demîrtaş dibêje, sedemê dadgehkirin û zîndanîkirina wan ew e ku Erdogan bibe Serok û da zanîn,  dê rojek derkeve holê ku, çeteyek bi navê dadgehê bo bicîhkirina sîstema takekesî tevdigere.

Doza sereke ya dadgehkirina Selahedîn Demîrtaş li Enqereyê birêve diçe. Demîrtaş bi rêya vîdeokonferansê beşdarî dozê bû û da xuyakirin, ew niha di dadgehê de nayên dadgehkirin, ji ber pêşiya Receb Tayîb Erdogan bo bicîhkirina sîstema takekesî ew hatine zîndanîkirin.

Demîrtaş got, niha li Tirkiyeyê hemû yasa tên binpêkirin û dadgehên jêr guh nadin biryarên Dadgeha Destûrê û Dadgeha Mafên Mirov û da xuyakirin, îro ne tenê HDP, hemû dijbere di armanca desthilatê de ye.

Demîrtaş, 4'ê Mijdara 2016'ê ji ber vê dozê bi endamtî û rêveberiya rêxistina terorê hatibû tawanbarkirin û biryara zîndanîkirinê hatibû dayîn. Demîrtaş her çend ji vê dozê hatiye berdan jî, ji ber dozeke din ku bi lezûbez hatibû vekirin, dîsa hat girtin.