Erdogan û Putin pêşhatên Rojhilata Navîn guftûgo dikin
Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan îro li Enqere derbarê dosya Sûriyê û pêşhatên Rojhilata Navîn de dicivin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan îro li Enqere derbarê dosya Sûriyê û pêşhatên Rojhilata Navîn de dicivin.
Peyvdarê Serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov ragihand, Serokê Rûsya û Serokomarê Tirkiyê dê behsa rewşa Rojhilata Navîn piştî kuştina Qasim Suleymanî bikin.
Li gor serokatiya Rûsyayê, rewşa Sûriyê, Lîbya û herwiha mijarên abûrî dê beşek ji tewerên civîna Putin û Erdogan bin.
Putîn, dê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan re dê beşdarî merasîma vekirina xeta boriya gazê ya bi navê "Turkakim" bibe.
Serokê Rûsyayê Viladimîr Putin, piştî serdana Sûriyê û hevdîtina bi Beşar Esed re, şeva bûrî de gihîşt Stenbolê.
Tirkiye ji Rûsyayê daxwaza rawestandina êrişên ser Îdlibê dike ku sedhezaran kesan berê xwe dane sînorê Tirkiyeyê.
S. B