Erdogon: Em dixwazin bi rêyên dîplomasî alozî û tengezariya navçeyê kêm bikin
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogon da xuyakirin, li Iraq û Sûriyê şerê wekaletê heye û bi mîlyonan xelkê van welatan bacên mezin dan e. Erdogan got, ew bi rêyên dîplomasî, dixwazin alozî û tengezariya navçeyê kêm bikin û bi tu awayî rê nadin li navçeyê şer derkeve. Erdogan bi Serokê Rûsyayê Viladimîr Putîn re, di merasîma vekirina xeta gazê de axivî.
K24- Hewlêr

Erdogan got: Tengezariya navbera Amerika û Îranê gihîşt asteke xerap. Tirkiye naxwaze, Iraq, Sûriye, Libnan û kendav bibe qada şerên wekaletê. Ji xwe aramiya Iraqê lawaz bû, metirsî heye bi tememaî ji dest biçe.
Herweha got: Ewlekariya Tirkmenên Iraqê, qasî ya welatiyên me girîng e. Tirkmen, Ereb, Kurd û Şîe û Sune hemû gelê Iraqê birayên me ne. ji bo parastina yekparçeyiya axa Iraqê sih sal in çi pêwîst be me kiriye û di şerê dijî DAIŞ û PKKê me piştevanî da Iraqê. ji bo mezhebgerî welat dîl negre, me bi hemû pêkhateyan re pêwendî danî.
Got j: Di vê demê de em rêyên dîplomasî bo çareseriyê pêş dixin. Baca şerê wekaleyê welatiyên Iraqê û Sûriyê dane. Êdî hêza baceke din jî nemaye. Mafê tu aliyek nîne, ji bo berjewendiyên xwe Iraq û navçeyê bixe nav agirek nû. Em rê nadin şer derkeve.