Tirkiyê karwaneka nû ya serbazî derbazî Sûriyê kir

Tirkiyê karwanek serbazî yê nû ji bo xalên xwe yên çavdêriyê li Idlibê derbasî Sûriyê kir.

K24- Hewlêr

Tirkiyê karwanek serbazî yê nû ji bo xalên xwe yên çavdêriyê li Idlibê derbasî Sûriyê kir.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî belavkiriye, ku Tirkiyê karwanek serbazî ku ji 20 otombîlên serbazî pêkdihat derbasî Sûriyê kir û ji bo xalên wê yên çavdêriyê hatin belav kirin.

Li aliyek din, artêşa Sûriyê hêzek zêdetir ji bo parêzgeha Helebê şandiye û li rojava û başûrê gundewarê wê parêzgehê belav kiriye.