Jeffery bo dosya Sûriyê digihe Tirkiyê
Şanderê Amerîkî ji bo Sûriyê James Jeffrey derbarê dosya Sûriyê de serdana Tirkiyê dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şanderê Amerîkî ji bo Sûriyê James Jeffrey derbarê dosya Sûriyê de serdana Tirkiyê dike.
Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, Şanderê Amerîkî ji bo Sûriyê James Jeffrey dê dest bi geştekê ji Tirkiye û Siûdiyê re bike û geşta wî ji 9 ta 13ê vê mehê berdewam dike.
James Jeffrey di serdana xwe bo Tirkiyê de ligel berpirsên Tirkiyê û nûnerên opozîsyona Sûriyê bicive û di civînan de rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa Rojavayê Kurdistanê û bichkirina biryara navdewletî 2245 a taybet bi Sûriyê guftûgo dike.
Biryar e jî Şanderê Amerîkî ji bo Sûriyê roja 12ê vê mehê bigihe Riyazê û heman babetan bi berpirsên Siûdiye re guftûgo bike.
Li bakurê Sûriyê, ji bilî êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li ser Rojavayê Kurdistanê, zêdetir ji mehekê ye artêşa Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê êrîşî ser gundewarê başûrê Idlibê dike û di encamê de bi sedan kes hatine kuştin û nêzîkî 300 hezar kes jî koçber bûne.
Ji bilî pirsa Sûriyê, dawî pêşhatinê Rojhilata Navîn dê tewereke din a civîna James Jeffery bi her du welatan Tirkiye û Siûdiye re be.
S. B