Demîrtaş nehat azadkirin û doza wî bo 27 û 28ê Gulanê hate paşxistin

Hevserokê berê yê HDP Selahadîn Demîrtaş nehat azadkirin û doza wî bo 27 û 28ê Gulanê hate paşxistin.

K24- Hewlêr

Hevserokê berê yê HDP Selahadîn Demîrtaş nehat azadkirin û doza wî bo 27 û 28ê Gulanê hate paşxistin.

Selahattîn Demîrtaş ev sê roj bûn li Dadgeha Enqereyê dihat dadkirin. Dadgeha Enqereyê daxwaza belgeyên ên hinceta girtina Selahadîn Demîrtaş, ji Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê kir. Demîrtaş carek din nehat  azadkirin  û doza wî, bo 27 û 28ê Gulanê hate paşxistin.

Hevserokê berê yê HDP zêdetir ji 3 salan e zindanî ye û ji bo wî, bi tometa endamtî û rêvebirina rêxistinek terorî 142 salan ceza tê xwestin.