Komcivîna yekemîn a Tora Ziman û Çandan bi rê ve diçe

Li Diyarbekir ji aliyê Tora Ziman û Çandan ve komcivîneke berfireh tê lidarxistin.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekir ji aliyê Tora Ziman û Çandan ve komcivîneke berfireh tê lidarxistin. Nêzî 300 lêkolîner, nivîskar û rewşenbîrên Kurd li ser pêşvebirina zimanê Kurdî nîqaşan dikin. Beşdarên komcivînê banga zêdetir lêxwedîderketina zimanê Kurdî dikin.

Tora Ziman û Çandan piştî civînên destpêkê yên 22 û 23'ê Mijdara 2019'an li Diyarbekirê komcivîna yekemîn li dar dixe. Komcivîn, bi sernavê "Em bi Ziman û Çanda xwe Bijîn" bi rê ve çû. Nêzî 300 lêkolîner, nivîskar, zimanzan û rewşenbîrên Kurd beşdarî civînê dibin.  12 maseyên tematîk ên mijarên cûrbecûr hatin danîn û beşdaran li ser mijarên cûda nîqaş kirin. Cewahîr Sadak jî yek ji endama Sekreterya ya Tora Ziman û Çandan e. Li gorî nirxandina Cewahîr Sadakê, di komcivînê de li ser mafên zimanî, pêwendiyên ziman û nasnameya neteweyî, avakirina rê û rêzikên xebatên sivîl nîqaş tên kirin.

Endama Sekreterya Tora Ziman û Çandan Cewahîr Sadak ji K24ê re got: "Me dît ku bi tenê bi xebatên me nabe ev kar. Her kes tiştekê dike lê heger em li hev û din rûnin em ê bihêztir bibin û em ê xwe û derdorê xwe hişyar bikin. Em dikarin bi vê hêza mezin pêşengiya hin xebatan bikin û em ê wê demê bikaribin ziman û çanda xwe ji bin xetereyê derxînin. Heger daxwaz perwerdehiya bi zimanê Kurdî be em wê bixwazin."

Beşdarên Komcivînê amaje dikin ku ji bo xebatên karîger dixwazin bi derdoreke berfireh re nîqaşan bidin destpêkirin. Ji ber vê yekê li ser pirsgirêk û pêşniyazên mijarên wekî weşangerî, nivîskarî, çandî, hunerî, perwerdeyî, pîşesazî, hiqûqî, akademî, sosyo-lengûîstîkî û ragihandinî nîqaş tên kirin.  Serwet Denîz zimanzanekî Kurd e. Li gorî nirxandina Serwet Denîz berpirsiyariya hemû aliyê civakî li hemberî pêşvebirina zimanê Kurdî heye lê divê êdî ji bo kurdî zêdetir gavên şênber werin avêtin.

Zimanzan Serwet Denîz dibêje: "Ziman, zimanê hemû civakê ye, zimanê hemû qadê ye. Xebatên li ser ziman karê qada perwerdehî, çapemenî, hunerî û çandî ye. Ango karê hemû qadan e. Her saziyek bikare çi bike divê wê bike. Divê siyasetmedar jî ne tenê daxwaz bikin; divê di nav xwe de bikaribin vî zimanî bikarbînin û pêşve bibin. Heger em di vê çarçoveyê de nêzîk bibin ez bawer dikim em ê encamekê baş bidest bixin."

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê zimanê Kurdî ne wekî zimanê perwerdehiyê ye, ji ber vê yekê di nav zarokên kurdan de axaftina zimanê kurdî kêm dibe, li hemberî vê yekê beşdarên Komcivîna Tora Ziman û Çandan dixwazin ku kurdî bibe zimanê fermî û kurd jî li ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Komcivîna Yekemîn a Tora Ziman û Çandan dê du rojan berdewam bike û dê 12'ê Rêbendanê roja yekşemê encamname ji bo raya giştî were ragihandin.