Serokên Hawalgiriyên Tirkiye û Sûriye li Moskow civiyan e
Ligor Ajansa Reuters Serokên Dezgehên hawalgirî yê Tirkiye Hakan Fidan û yê Sûriye Elî Memlûk li paytexta Rûsya Moskow civiyan e

K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor Ajansa Reuters Serokên Dezgehên hawalgirî yê Tirkiye Hakan Fidan û yê Sûriye Elî Memlûk li paytexta Rûsya Moskow civiyan e.
Ev civîn, wekî bilindtirîn civîn di navbeyna Tirkiye û Sûriye de, piştî Krîza Sûriye tê û tê diyarkirin, ku bi navbeynkariya Rûsya encam da ye.
Jêdera nûçeya Reuters berpirsek bilind ê Tirk e, ku naxwaze navê wî were eşkere kirin. Jêderê diyar kiriye, ku mijarên civînê yên sereke agirbest li Idlibê û hevkariya Tirkiye-Sûriye hemberî Kurdan bû ye.
Ji aliyê xwe ve Ajansa fermî ya Sûriye SANA ragihandiye, ku Memlûk ji Tirkiye xwestiye: “Rêzê li serweriya Sûriye, yekîtiya xak a wê û desthilata wê bigrin. Artêşa Tirkiye ji xaka Sûriye derkeve”.
C.B