Hevseroka Desteya Berevaniyê: Erkê xweparastinê bo parastina ax û milet e

Hevseroka Desteya Berevaniyê ya Rêveberiya Xweser radigihîne, xort û keçên li derveyî Rojavayê Kurdistanê ne jî, dikarin sûdê ji biryara nû ya diyarkirina temenê erkê xweparastinê bibînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Desteya Berevaniyê ya Rêveberiya Xweser radigihîne, xort û keçên li derveyî Rojavayê Kurdistanê ne jî, dikarin sûdê ji biryara nû ya diyarkirina temenê erkê xweparastinê bibînin.

Desteya Berevaniyê ya ser bi Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, bi biryarekê temenên erkê xweparastinê  li hemû rêveberiyan yekxist û temenê wê jî, ji dayikbûyên sala 1990î ve destpê dike.

Di vê derbarê de, Hevseroka Desteya Berevaniyê ya Rêveberiya Xweser Şîrîn Qemer derbarê yekxistina temenê leşkeriya neçar “erkê xweparastinê” de ji K24ê re ragihand, ev biryar piştî guftûgo, lêkolînên dirêj û pêşniyazên gel jî hate girtin û ji bo vê dema niha guncaw hate dîtin ku bikeve warê praktîkê de.

Da zanîn jî, ev biryar tenê kesên temenê wan ji 18 salî û ta jidayikbûna 1990î lixwe digire, yên ne di vî temenî de bin, erkê xweparastinê li ser wan bicih nabe, lê yên niha li ser erkên xwe ne, dê erkên xwe bidawî bikin.

Amaje bi wê jî da, kesên li derveyî Rojavayê Kurdistanê bin jî dikarin ji vê biryarê sûdê werbigirin û defterên serbaziyê werbigirin, heger derveyî temenê hatiye diyarkirin bin, ew ji bo erkê xweparatinê neyên xwastin.

Hevseroka Desteya Berevaniyê derbarê armanca erkê xweparastinê de diyar kir, “Erkê xweparastinê ji bo parastina ax û milet e, niha du bereyên me yên parastina sînorî hene. Di vê demê de ti plana Rêveberiya Xweser a rakirina vî erkî tune ne, bi taybet ku niha gelek gef li ser gelê me bi hemû pêkhateyên wê hene.

Herwiha got: “Em di şert û merçên pir zehmet re derbas bibin. ji aliyekî li dijî teroristên DAIŞê, ji aliyekî din êrîşên dagerkeriya Tirkiyê li ser axa me çê bûye û aliyekî din ve grûpên çete dixwazin ewlehiya herêmên me têk bidin, ji ber erkê xweparastinê li ser xort û keçan gelekî pêwîst e”.

  

S. B