Mesrûr Barzanî serxweşiyê li malbata Namiq Salim dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya Yawer Namiq Salim peyameke serxweşiyê arasteyî malbata wî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya Yawer Namiq Salim peyameke serxweşiyê arasteyî malbata wî kir.

Yawer Namiq Salim ku birayê Cewher Namiq Salim yekem Serokê Perlemana Kurdistanê bû, roja 22. 1. 2020an koça dawiyê kiribû.

Di peyama serxweşiyê yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hatiye: “Bi mixabinî nûçeya koça dawiyê ya Yawer birayê têkoşerê naskirî yê Kurdistanê Cewher Namiq Salim bihîst. Pirse û serxweşiya xwe ya germ arasteyî malbat û kesûkarê wî dikim. Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û aramî û dilniyayê bi kesûkarê wê bibexşe.”

 

S. B