Li Girê Sipî teqîn.. Hejmarek serbazên Tirkiyê hatin kuştin

Di encama teqînekê li başûrê Girê Sipî de, hejmarek ji serbazên artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama teqînekê li başûrê Girê Sipî de, hejmarek ji serbazên artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve hatin kuştin.

Ajansa “SANA” ya Sûrî ya fermî belav kir, teqînek li gundê Hemam Tirkman yê li başûrê Girê Sipî rû da û di encamê de hejmarek ji serbazên Tirkî û çekdarên ser bi wê hatin kuştin.

Li gor wê ajansê, teqîn bi riya otombîleke bombekirî rû daye.

Pêştir jî çendîn teqîn bi riya otombîlên bombekirî li navçeyên Girê Sipî û Serê Kaniyê rû dane.

Tirkiye û çekdarên ser bi wê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi encamdana wan teqînan tometbar dike.

Ji aliyê xwe ve jî, HSDê artêşa Tirkiyê di ber teqînan de berpirsyar dibîne û dibêje, armanca Tirkiyê ji encamdana teqînan ew e, rewşa ewlehiyê xiraptir bibe û xelkê deverê neçar bibe koçber bibe.

 

S. B