Hikûmeta Herêma Kurdistanê termê 5 welatiyên Kurd ên di deryê de xeniqîne vedigerîne

Peyvdarê Fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê dema vegerandina termê qurbanên bota noqî avê bûyî ya li derya Egeyê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê dema vegerandina termê qurbanên bota noqî avê bûyî ya li derya Ege de daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî saziyên hikûmetê jî erkdar kirin ku, hemû alîkarî û asankarî bo vegerandina termê qurbanan ji Herêma Kurdistanê re bên kirin.

Daxuyaniya berdevkê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Cotyar Adil waha ye:

Roja 24.01.2020ê demjimêr 08.45ê termê 5 qurbaniyên bota noqî avê bûyî ya li Behra Egeyê yên bi navên Rêbîn Ebas Mihemed, Rewend Mistefa, Rêbîn Mihemed, Sîver Star û Yusif Babekir li ser erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bên vegerandin û dê bigehin balefirgeha navnetewî ya Silêmaniyê.

Anîna termê wan qurbaniyan li ser erkdarkirina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî di civîna heftiya borî ya li encûmena wezîran, li gel xemgînî û hevxemiya xwe li gel malbat û kesûkarên qurbanan anî ziman, saziyên hikûmetê jî erkdar kirin ku, hemû alîkarî û asankarî bo vegerandina termê qurbanan ji Herêma Kurdistanê re bên kirin.

 

S. B