Demirtaş: Pêwist e siyaset tenê liser xeta tîyorî neyê kirin
Hevserokê Berê yê HDPê Selahaddîn Demirtaş di zindanê de dibêje: Pêwist e siyaset tenê liser xeta tîyorî neyê kirin.
K24- Hewlêr
Hevserokê Berê yê HDPê Selahaddîn Demirtaş di zindanê de dibêje: Pêwist e siyaset tenê liser xeta tîyorî neyê kirin.
Demîrtaş bal dikşîne ser Partiyên İdeolojîk û diyar dike: Ger Partiyek siyasî xwe liser yên din ferz bike, hevpeymaniyek baş jê dernakeve.
Di heman demê de hin parti hene, ku dibêjin bes kadroyên min, partiya min û hizra min, ji vê nerînê çi encam dernakeve. Helwestek gelek jî, xerab e.
Bi vî awayî hevpeymanî çênabe û bersiva daxwazên gel jî, nade.
HDP bi sîyaseta xwe ji hevpeymanîyan re vekirîye. Pêwist e ev stratejî berdewam be. Ger hevpeymanî neyên avakirin, dê nikaribin, ber bi desthilatdarîyê ve, gav bavêjin.