Li Rojavayê Kurdistanê ji hebuna gelek hêzan nîgeran in
Hebuna gelek hêzan li Rojavayê Kurdistanê, nerazîbûn li cem welatiyan peyda kiriye.
K24- Hewlêr
Hebuna gelek hêzan li Rojavayê Kurdistanê, nerazîbûn li cem welatiyan peyda kiriye.
Xelkên bajarê Dêrikê dibêjin, ku jiber hebûna hêzên cuda , ew nizan in paşeroja deverê çi ye? Herwiha didin zanîn, ku hebûna Amêrîka ji ewlehiya deverê re, ne gerantî ye.
Piştî vekşandina hêza emêrîkî ji bajarê Serêkaniyê ȗ Girêsipî di dema ku Turikya dest bi êrîşên xwe li ser bajarên navbȗrî kir, hewesta hejmarek mezin ji xelkên Rojavayê Kurdistanê derbarê giringiya hebuna emêrîkî hate guhertin .
Ev jina ku ji Serêkaniyê koçberî bajarê Dêrikê buye dibêje ku baweriya wê nema bi emêrîka tê jiber ku çi cara êrîş hebin, emêrîka tu gavê jibo parastina pêkhateyên deverê navêje.
Di çend mehên dawî de, gelek hêz li ser xaka Rojava bicih bune ȗ alên cuda jî hatine hildan ku ev yek ne razîbȗn li cem welatiyan peyda kiriye .
Hin xelkên Dêrikê didin zanîn ku hebuna hêzên cuda rewşa deverê ber bi paşerijeke ne diyar ve dibe, nemaze ku alozî di nav van hêzan de heye .
Di çend rojên dawiyê de , gerên rȗsî ȗ hewildanên wê daku bighêje dergeha sînorî bi başȗrê kurdistanê re zêdebȗne , lê her car hêzên emêrîkî rê li pêş polîsên serbazî yên rȗsî digre .
Herwiha beriya demekê serbazên herdu hêzan li bajarê Tiltemir bi destan êrîşî hev kiribȗn .