Gereke hêzên Emerîka û HSDyê di navbera M4 û Tiltemirê

Gereke hêzên Emerîka û HSDyê di navbera M4 û Tiltemirê

K24- Hewlêr

Hêzên Amerîkî ligel hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ji Hesekê berê xwe dan e riya M4 û piştre li ser heman riyê berê xwe dan e Tiltemirê.

Nûçegihanê Kurdistan 24 li Hesekê ragehand, ku Îro hêzên Amerîka ligel Hêzên Sûriya Demokrat ji bajarê Hesekê berê xwe dan e riya navdewletî ya M4 û piştre hêzên Amerîkî liser heman riyê berê xwe dan e bajarokê Tiltemirê.

Li gor zanyariyan ligel wê hêzê, helîkopterên Amerîkî jî, li asîmanê deverê difiriyan.