Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê rewşa siyasî û ewlehî guftûgo kirin

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Necah El Şumerî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Necah El Şumerî kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî û ewlehî û dawî pêşhatên Iraqê hatin guftûgokirin.

Herwiha, herdu aliyan nîgeraniya xwe ji serîhildan û bihêzbûna terorê derbirîn û bi pêwîstî zanîn ku karkirina li ser babetên girîng û stratejîk ên Iraqê, divê bi tewafiqa niştimanî be.

 

S. B