Dezgeha Xêxwazî ya Barzanî alîkarîyê pêşkeşî lêqewma yên Bakûra Kurdistanê dike
Li ser rasparteya serok Mesûd Barzanî, Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî alîkarîyan pêşkeşî xelkê bajarê Xarpêt a Bakûra Kurdistanê dike, ewên ji encam erdhejînê perîşan bûne.
K24- Hewlêr
Li ser rasparteya serok Mesûd Barzanî, Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî alîkarîyan pêşkeşî xelkê bajarê Xarpêt a Bakûra Kurdistanê dike, ewên ji encam erdhejînê perîşan bûne.
Mûsa Ehmed, serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi Kurdistan24 re ragehand, Em di hewlan wê yekê deyîne alîkarîyn bigehînîn lêqwmayên erdhejînê û niha li benda bersiva hikumeta Tirkiyê mayîne daku rê bide xizmetguzarêyan bigehînîn wî bajarî, çunku hejamreka mezin ji xelkê bê mal mane û wan pêwîstî bi alîkarîyan hene.
Bi sedema wê erdhejîna bakura Kurdistanê, ku şeva Heyînî ya burî rûda, 30 kesan canê xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne û hejmareka malbatan jî bê mal û hal mane.