Rêveberîya Kampa Holê 21 zaroyên sêwî yên Da'işî ji Kampê derxistin
Rêveberîya Kampa Holê 21 zaroyên sêvî yên Da'işî ji Kampê derxistin
K24- Hewlêr
Rêveberîya Kampa Holê 21 zaroyên sêwî yên malbatên Da'işî ji Kampa Holê derxistin.
Riwangeha Sûriyê ya Mafên Mirov belavkirîye rêveberîya Kampa Holê, 21 zaroyên malbatên çekdarên Da'işî yên bê dayîkûbav mane li Kampa Holê ser bi bajarê Hesekeyê ve li rojavaya Kurdistanê derxistin.
Li gor Riwangehê di nav wan de zaroyên xwedî regeznameyên bîyanî yên welatên cuda hene.
Li gor hatîye belavkirin jî, ew zaro hatin veguhaztin bo Kampa Roj li gundewarê Dêrkê ya Rojavaya Kurdistanê û niha amadekarî ji wan re tê kirin daku wan radestî welatên wan bikin.
Di 22yê evê mehê de jî, Rêveberîya Xweser jineka Da'işî bi regez Finlandî li gel dû zaroyên wê radestî hikumeta Hilsinkî kir.