Rêveberîya Kampa Holê 21 zaroyên sêwî yên Da'işî ji Kampê derxistin

Rêveberîya Kampa Holê 21 zaroyên sêvî yên Da'işî ji Kampê derxistin

K24- Hewlêr

Rêveberîya Kampa Holê 21 zaroyên sêwî yên malbatên Da'işî  ji Kampa Holê derxistin.

Riwangeha Sûriyê ya Mafên Mirov belavkirîye rêveberîya Kampa Holê, 21 zaroyên malbatên çekdarên Da'işî yên bê  dayîkûbav mane li Kampa Holê ser bi bajarê Hesekeyê ve li rojavaya Kurdistanê derxistin.

 Li gor Riwangehê di nav wan de zaroyên xwedî regeznameyên bîyanî yên welatên cuda hene.

Li gor hatîye belavkirin jî, ew zaro hatin veguhaztin bo  Kampa Roj li gundewarê  Dêrkê  ya Rojavaya Kurdistanê û niha amadekarî ji wan re tê kirin daku wan  radestî welatên wan bikin.

Di 22yê evê mehê de jî, Rêveberîya Xweser jineka  Da'işî bi regez Finlandî  li gel dû zaroyên wê radestî hikumeta Hilsinkî kir.