Li Xarpêtê 2 kes di bin avahiyan de mane

Li Xarpêta Bakurê Kurdistanê hewlên rizgarkirinê berdewam dikin. Li gor agahiyan, du kes di bin avahiyan de mane. Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê dibêje, li Stenbolê egera erdhejeke bi pileya 7.5 heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Xarpêta Bakurê Kurdistanê hewlên rizgarkirinê berdewam dikin. Li gor agahiyan, du kes di bin avahiyan de mane. Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê dibêje, li Stenbolê egera erdhejeke bi pileya 7.5 heye.

Li gor agahiyên dawî, hejmara kesên di erdheja Xarpêtê de canê xwe ji dest dane gihişte 39 kesan û 1607 kes jî birîndar bûne. Di erdheja bi pileya 6.8 de 72 avahî bi temamî ruxiyan.

Li gor agahiyên dawî jî, du kes di bin avahiyan de mane û xebatên rizgarkirina wan jî berdewam dikin.

Li aliyê din, dest bi herifandina avahiyên ku ziyan lêketine hate kirin.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu da xuyakirin, bi vê erdhejê re, xetên erdhejê aktîv bûne û eger heye li Stenbolê bi pileya 7.5 erdhejek rû bide.

 

S. B