Ozcan: Ocalan dikare di heyama hefteyekê de PKK bêçek bike
Mamostayê Zanîngehê Alî Kemal Ozcan ku beriya hilbijartinên herêmî serdana Ebdula Ocalan kiribû dibêje, heger derfet bê dayîn, Ocalan dikare di heyama hefteyekê de PKK bêçek bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Mamostayê Zanîngehê Alî Kemal Ozcan ku beriya hilbijartinên herêmî serdana Ebdula Ocalan kiribû dibêje, heger derfet bê dayîn, Ocalan dikare di heyama hefteyekê de PKK bêçek bike.
Dr. Alî Kemal Ozcan bo medya Tirkiyê axivî û got, heger peyama Ocalan tevî parêzerên wî bo raya giştî hatiba xwendin, dê Binalî Yildirim li Stenbolê biser ketiba û li Tirkiyê dest bi pêvajoyeke nû hatiba kirin.
Ozcan dibêje, hin kes dibêjin Ebdula Ocalan di zîndanê de ye û li ser Kurdan û PKKê tu bandora wî nîne. Da xuyakirin, ev nerast e, heger derfet bê dayîn û rê were vekirin, Ebdula Ocalan dikare di heyama heftiyekê de PKK bêçek bike û li Tirkiyê jî dest bi proseyeke nû were kirin.
Herwiha got jî: Heger heye li Rojavayê Kurdistanê operasyona li rojhilatê Firatê jî nehatiba kirin.
Ozcan da xuyakirin, bi daxwaza dewletê serdana Ocalan kiriye û dîsa bi daxwaza wan, peyama Ocalan bi tenê xwendiye û got, Qendîl û Ocalan li ser heman xetê ne, lê HDP û rêxistina Ewropa siyaseteke cuda dimeşînin. Her çend Ocalan gotiye, bila dengderên Kurd li Stenbolê alîgirî nekin jî, HDP banga piştevaniya namzetê CHPê kiriye.
Ozcan got, hewlên wî bo serdanê berdewam dikin, lê heft meh derbas bûn, hê jî moleta serdana bo Ocalan ji wî re nehatiye dayîn.
S. B