Serok Barzanî ligel fraksiyonên PDK û pêkhateyên netewî li encûmena parêzgehan civiya
Serok Mesûd Barzanî li gel fraksiyonên partî û pêkhatên Kildan Siryan Aşûr li Encûmena Parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmanî civiya.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî li gel fraksiyonên partî û pêkhatên Kildan Siryan Aşûr li Encûmena Parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmanî civiya.
Di vê civînê da ronahî xistin li ser karubarên Encûmena Parêzgehên Herêma Kurdistanê û rola encûmenê li çareserkirina giriftên xelk û dabînkirina xizmetguzariyê û amadebûyên civînê têbînî û pêşniyarên xwe yên ji bo baştirkirina karê encûmenan û xizmeta zêdetirê xelkê, bi Serok Barzanî gihandin.
Di beşeke din a vê civînê da Serok Barzanî li gotarek da spasî erk û keda Encûmena Parêzgehan û Fraksiyonên Partî û Pêkhatan kir û pêzanînên xwe ji bo hemahengî û karê hevbeşê di navbera wan de hebû.
Di derbarê çawayiya karkirin û hêlên giştiyên erk û karê Encûmenên Parêzgehên Herêmê Serok Barzanî şîret û rênîşandanên pêwîst ji bo amadebûyên civînê xisterû.
S. B