Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanya bo alîkarîkirina bi hêzê Pêşmerge re dike
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li endamên Perlemana Almanyayê j Partiya Kirîstiyanî (CDU) Markus Grûpel û Jurgen Hardt kir û spasiya Almanya ji bo piştevaniya li hêzên Pêşmerge kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li endamên Perlemana Almanyayê j Partiya Kirîstiyanî (CDU) Markus Grûpel û Jurgen Hardt kir û spasiya Almanya ji bo piştevaniya li hêzên Pêşmerge kir.
Di hevdîtinê de, ku Konsola Giştî ya Almanya li Hewlêrê Barbara Wolf amade bû, perlemanteran spasiya Hikûmet û gelê Kurdistanê kirin, bo hewandina koçber û penaberan û bi taybet ên Kirîstiyanî li kampên Herêma Kurdistanê, tekez kirin jî, ew hewl didin wek berê, Almanya bi alîkariya bi Herêma Kurdistanê re berdewam be.
Guftûgokirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê, rewşa Iraq, Sûriye û navçeyê bi giştî, metirsiyên teror û pêwîstiya Iraqê bi mana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî terorê, çend tewerên din ên civînê bûn.
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasî û pêzanîna Herêma Kurdistanê ji Almanyayê re dupat kir, ku biryar daye bi rahênankirina Pêşmerge berdewam be, herwiha mana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Iraqê bi pêwîstî zanî.
S. B