Aliyên siyasî yekhelwestiya Kurd li Kerkûkê guftûgo dikin
Aliyên siyasî yên Kurdî li bajarê Kerkûkê ji bo guftûgokirina derbarê yekxistina helwesta Kurd li Kerkûkê dicivin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Aliyên siyasî yên Kurdî li bajarê Kerkûkê ji bo guftûgokirina derbarê yekxistina helwesta Kurd li Kerkûkê dicivin.
Pelemanterê Kurd di Perlemana Iraqê de Merîwan Nadir ku yek beşdarên wê civînê ye ji K24ê re ragihand, rewşa niha ya bajarê Kerkûkê ne cîgir e, planên erebkirina wê bajarî berewam e û herwiha rojane jî welatiyên Kurd jê derdikevin, ji ber wê dixwazin helwesteke me ya Kurdistanî li ser wê pirsê hebe.
Got jî: Em wek perlemanterên Kurd dixwazin hevahengiyê bi aliyên siyasî û welatiyên Kerkûkê re hebe, pirsa Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, pirseke siyasî ye û pêwîstiya wê bi yekhelwestiya Kurd heye.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, rewşeke awarte li Kerkûkê durist bûye û li gor zanîyariyên mêdiyayî, ew bajar rastî pêleke nû ya guhertina demogirafî hatiye.
Li gor zanyariyên K24ê, tenê di şeş mehan de 600 malbatên Erebên Sunne ji parêzgehên Selahedîn, Enbar, Mîsan, Bexda û çend deverên din yên Îraqê hatine Kerkûkê.
Ew Erebên ji wan deveran hatine, niha bûne welatiyên parêzgeha Kerkûkê û her helbijartinek bê kirin yan jî serjmêrî bê encamdan, maf ji bo hatiye dayîn, ew jî wek her malabteke Kerkûkî dengdanê û pişikdariyê hene. Anku bandora xwe ya rasterast li ser guhertina rêjeya neteweyan li bajêr heye.
S. B