Ragehandinek ji Wezareta Tenduristî ya hikuemta Herêma Kurdistanê
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê diltenahîyê dide, ku ti helateka nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû li Herêma Kurdistanê nehatîye tomarkirin.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê diltenahîyê dide, ku ti helateka nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû li Herêma Kurdistanê nehatîye tomarkirin.
Deqa ragehandinê: Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê bo ra ya giştî û dezgehên mêdyayî radigehîne, ku ti haleteka nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (nCoV-2019) li Herêma Kurdistanê nîye û nehatîye tomarkirin.
Cihê daxê ye di çend malper û mêdyayan de, bê ti çavkanî û bê ti binema nûçeya hebûna evê nexweşîyê velav kirîne.
Li vir, em hevwelatîyên hêja diltena dikîn ku dezgehên tendûristîyê gelek hûr û berdewam çavdêrîya rewşa evê nexweşîyê dikin bi hevahengî li gel alîyên peywendîdarên nêvdewletî û rêkarên pêwîst digirin ber bo rêgirtinê ji evê nexweşîyê. Herweha radigehînîn ku ji bilî Wezareta Tendurisîyê û Rêxistîya Tenduristî ya Cîhanî (WHO) li ser asta cîhanî, ti alîyeke din bi çavkanîyên belavbûna evan nûçeyan nahên zanî.
Wezareta Tenduristî
Hikumeta Herêma Kurdistanê
27/1/2020
.jpg)