Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi webirhêneran re dicive
Biryar e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi webirhênanên Kurdistanê re bicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi webirhênanên Kurdistanê re bicive.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, ev civîn piştî rojekê ji civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Encûmena Bilind a Aboriyê ya Herêma Kurdistanê re tê.
Li gor zanyariyan, armanc ji vê civînê ew e, pêdaçûn bi yasaya webirhênanê li Herêma Kurdistanê û ji nêzîk ve agahdarbûna nerîna webirhênan e, ji bo bê zanîn bi çi awayekî hin hêsankarî ji webirhênerên navxweyî û biyanî bê kirin.
Herwiha di heman demê de jî, daxwaz û giliyên webirhêneran bên bihîstin.
S. B